Sami Anwar Rashad Ahmed,Safiye Karabacak
30 Hezîran 2021•Rojanekirin: 30 Hezîran 2021
Li Wasita wîlayeta Iraqê di xwepêşandanên ji ber birîna ceyranê tên kirin da polês midaxeleyî xwepêşandêran kir û 4 xwepêşandêr birîndar bûn.
Li gor çavkaniyên herêmî, li Wasitê demeke dirêj e ceyran diçe û gel ji ber vê yekê aciz dibe.
Bi sedan kes ji bo vê rewşê protesto bikin li ber santrala ceyranê ya "El Ezîzîye"yê kom bûn.
Hêzên ewlehiyê gule berdan ser xwepêşandêran.
Li gor agahiya şahidan jê 3 giran, 4 xwepêşandêr birîndar bûn û birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Macîd Mehdî Hantoşê Wezîrê Ceyranê yê Iraqê ji ber ku protesto zêde bûn roja çarşemê îstifa kiribû.
Li welatekî ku germa hewayê digihêje 50 pileyê gava ceyran jî diçe û demeke dirêj nayê gel ji vê yekê aciz dibe.