Haydar Karaalp
27 Mijdar 2025•Rojanekirin: 27 Mijdar 2025
Li bajarê Silêmaniyê yê Iraqê li dijî qada xazê Kormorê bi dronê êrîş hat kirin.
Di daxuyaniya hevpar a wezaretên Çavkaniyên Siruştî û Ceyranê yên Herêma Kurdistana Iraqê da hat diyarkirin ku di saet 23.30î da li dijî qada xazê Kormorê bi dronê êrîş hat kirin û ji ber êrîşê xaza ku diçe santralên hilberîna ceyranê bi temamî rawestiya.
Di dîmenên li ser medyaya civakî hatin parvekirin da alavên ji qadê radibin, xuya kirin.
Hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.