Haydar Karaalp
12 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2022
BEXDA (AA) - Li Iraqê ji hilbijartina serokomariyê ra bi saetan wext ma lê digel vê di navbera partiyên Kurd da ji bo "namzedek" nakokî dewam dike.
Di rûniştina ku li Meclisa Iraqê wê sibê bê kirin da ji bo diyarkirina serokomarê nû wê ray bê dayîn. Ji bo namzediya serokomariyê Kurd û Ereb jî tev 33 kes hene. Lê li gor hevkêşeya di sala 2003an da hat damezrandin serokomar ji nav miletê Kurd tê hilbijartin.
Li Iraqê piştî sala 2003an serokomarên hatin hilbijartin her tim ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hatin hilbijartin. Di hilbijartina dawîn da Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji ber hildana rayên zêde wek partiye ewil a Kurd di Meclisa Iraqê da cî girt û dixwaze ku bila vê carê serokomar ji wan derkeve û di vê mijarê da jî ji raya xwe nayê xwarê.
Serokên Şiî û Sunî gelek caran çûn Hewlêrê û xwestin ku lîderê PDKyê Mesûd Barzanî qanî bikin lê tê gotin ku Barzanî naxwaze Serokora Berhem Salihê namzedê YNKyê careke din bê hilbijartin. Barzanî dibêje ku ew di meclisa li Bexdayê partiya ewil a Kurd in û lazim e ev wezîfeya serokomariyê bibe para wan.
Lê YNK jî di mijara namzediya Berhem Salih da paşve gav navêje û serokê YNKyê Bafel Talabanî duh hat Bexdayê û bi serokên Şiî yên Îran piştgirên wan e ra hevdîtin kir. Hat îdiakirin ku Talabanî di civînê da gotiye ew ê guh nedin li dijî derketina Barzanî û di rûniştina meclisê da namzedê wan wê Berhem Salih be.
Sekreterê Giştî yê Meclisa Iraqê û Parlamenterê Tirkmen Xerîb Esker yê ji peyamnêrê AAyê ra axivî, diyar kir ku PDK û YNKyê hê li ser navekî li hev nekirine û wiha dewam kir, "Lêbelê hevdîtin û mizakereyên herdu partiyan didomin. PDKyê çendîn caran ragihand, ew dixwazin bi namzedekî va beşdarî rûniştina meclisê bibin."
Parlamenterê PDKyê Şerîf Silêman jî di daxuyaniya xwe ya da ajansa fermî ya Iraqê INAyê da wiha got, "Heta niha li ser namzedê serokomariyê tu lihevkirin tuneye. Em li bendê ne ku parlamenterên Kurd li ser vê mijarê bigihêjin nêrîneke hevbeş an jî em ê binêrin ku mijar ji hêla Meclisa Kurdistanê va were çareserkirin."
Di nûçeya li ser mijarê ya rojnameya es-Sebah el-Cedîdê ya Iraqê da jî hat diyarkirin, pêşengê PDKyê got, ew li Hewlêrê digel Wezîrê berê yê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Ebduletîf Reşîd ê YNKyî lê yê serbixwe hat cem hev û wî got ku şûna Salih, ew ne dijî namzediya Reşîd e.
Ajansa Nûçeyan Mehr a Îranê jî di nûçeya xwe ya ku spart çavkaniyên Iraqî da diyar kir ku PDK û YNKyê li ser navê Ebduletîf Reşîd li hev kirin.
Serokomarê nû dê peywira damezirandina hikûmetê bide namzedê Şîeyan, Mihemed Şiya es-Sûdanî. Namzedê serokwezîriyê jî divê di nav mehekê da kabîneya xwe bidamezirîne û bişîne meclisê. Meclis jî dê endamên kabîneyê yek bi yek ji dengdanê ra derbas bike.
Li Iraqê par di cotmehê da hilbijartina giştî hatibû kirin û Tevgera Sedr bûbû yekemîn. Lêbelê Tevgera Sedr nexwest ku bi partiyên nêzî Îranê ra hikûmetê ava bike. Muqteda es-Sedrê pêşengê tevgerê çendek berê daxuyandibû ku ew ji siyasetê vekişiya û parlamenterên koma xwe jî dabû îstifakirin.
Piştî vê geşedanê reqîbên Sedr ên Şîe ku nêzî Îranê ne, Wezîrê Xebatê yê berê Sûdanî wekî namzedê serokwezîr nîşan dabû.
- Pirsgirêka siyasî ya li Iraqê
Her çend li ser hilbiartinê ra salek derbas bûbe jî ji ber krîza siyasî ya ku lihevnekirina Şîeyan dibe sedem û ji ber ku Kurd di mijara namzedê serokomariyê da li hev nakin, hikûmeta nû ava nabe.
Li gor siyaseta Iraqê ya 2003yan serokwezîr ji Şiiyan, Serokê Meclisê ji Suniyan û Serokomar jî ji Kurdan tê hilbijartin. Di navbera du partiyên Kurd ên li Meclisa Iraqê da ji bo namzedê serokomar lihevkirin çênebû.
YNKyê wekî namzedê serokomariyê Berhem Salih, PDKyê jî Wezîrê Karên Navxweyî yê Herêma Kurdistana Iraqê Rêber Ehmed e wek namzed nîşan dabû.
Serokê PDKyê Mesûd Barzanî jî li dijî wê yekê ye ku Salih careke din bibe serokomar û dixwaze serokomariyê dewrî PDKyê bikin. Îhtimal heye ku Kurd sibê cardin bi çendîn namzedan têkevin meclisê.
Seba hilbijartina serokomar, di meclisa ku ji 329 kesan pêk tê da dengê 220 parlamenteran hewce dike.