Irmak Akcan
06 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2024
Hejmara kesên di erdheja eyaleta Îşîkawayê da ya ku dikeve rojavayê Japonyayê û li qeraxê Nîvgirava Notoyê ya li vê herêmê, mirin derket 110an.
Li gor nûçeya NHKyê rayedaran ragihandin ku ji ber erdhejan 110 kes mirin û ji 200î zêdetir kes jî wenda ne.
Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) ragihandibû ku di 1, 2, 3 û 4ê Çileya Paşîn da li peravên Îşîkawayê û li Nîvgirava Notoyê bi mezinahiya 4 û 7an çend erdhej çêbûne.