Nihat Kavşut
28 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2018
MONTREAL
Li Kanadayê qederê 60 Cihûyên Hasîdîkî ku li bajarekê bi hev ra dijîn li ser gilîdarbûna şêniyên li derdorê bi dadgehê ji herêmê hatin derxistin.
Xelkê herêma Sainte-Agathe-des-Montsê ya 100 kîlomêtro dûrî bajarê Montrealê ye der heqê 60 Cihûyên Hasîdîkî yên li herêmê dijîn da ji ber sedemên curbecur gilîdar bûn.
Li ser gilîdarbûnê dadgehê biryar da koma Cihûyan ji herêmê bên derxistin.
Denis Chalifouxê Şaredarê Sainte-Agathe-des-Montsê diyar kir Cihûyên Hasîdîkî ji bakurê bajarokê bi temamî hatine derxistin.
Chalifoux destnîşan kir koma Cihûyan malên xwe wekî îbadetxane diemiland û bi taybetî mehên havînê Cihûyên ciwan dihatin û diçûn û wiha got: "Xelkê herêmê ji ber ku li derdora avahiyan sergo çêdibûn, heta çarpayê şevê şevbihurkên bikilam û dîlan dihatin kirin gilîdar bûn."
Denis Chalifoux diyar kir Dadgeha Bilind ya Eyaleta Quebecê li ser gilîdarbûnê biryar da koma Cihûyan li gor qanûnan tevnagerin û malên xwe wekî îbadetxane emilandine û wekî dibistan û wargehên havînê bi kar anîne.
Chalifoux destnîşan kir qederê 60 ciwan mehên havînê li vir diman û cînarên xwe aciz dikirin û wiha got: "Heta çarpayê şevê şevbihurkên bikilam û dîlan dihatin kirin. Ji sala 2015an vir va xelkê bajarokê gilîdar dibin."
- Cihûyên Hasîdîkî
Hasîdîzm bi piranî di sedala 18an da li Polonyayê derketiye û tevgereke dînî ye ku hêza xwe ji gel distîne. Meneya peyvê "dîndarî" ye.
Ferqa wan ya ji Cihûyên din ew e cil û berg, edet û fikra xwe ya dînî di her warî da didomînin.
Ev kom dijî siyonîzmê ye. Gorî Cihûyên Hasîdîkî Misilman û Cihû dikarin aştiyane bijîn û qala ferqa "Cihûyên Siyonîst" û "Cihûyên Siyonîst Nînin" dikin. Ev Cihû dewleta Îsraîlê nas nakin.