Ali Makram Ghareeb
27 Adar 2026•Rojanekirin: 28 Adar 2026
Li Kerkûka bajarê Iraqê, ji ber barana ku ev 3 roj e bê navber dibare çem bi ser va çûn û ciwanekî ku li ber lehiyê çû, winda bû.
Rêveberê nahiyeya Leylanê Mihemed Weys di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê da anî ziman ku ev 3 roj e bê navber baran dibare û ev rewş bûye sedema lehiyê.
Weys destnîşan kir ku karkerekî ciwan ê ku hewl da ji çem derbas bibe li ber lehiyê çû.
Weys diyar kir ku tîmên îtfaiyeyê û yên rêveberiya parastina sivîl ên li herêmê ji bo lêgerîna karkerê ku li ber lehiyê çû, seferber bûne û got ku tîmên piştgiriyê ji Kerkukê jî hatine.
Weys got ku ciwanê navborî li kargeheke nêzîkî çem dixebitî û hewldanên lêgerîn û rizgarkirinê bênavber berdewam in.
Weys her wiha diyar kir ku gelek xanî, dibistan û saziyên giştî yên li herêmê ji ber lehiyê bi awayekî neyînî bi bandor bûne.