Abdullah Tel
02 Hezîran 2020•Rojanekirin: 03 Hezîran 2020
Fermandarê Operasyonên Kerkûkê Korgeneral Saad Herbiye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku îro serê sibehê li herêmeke başûrê rojavayê bajêr dijî DEAŞê operasyon dest pê kir û 13 terorîst hatin berterefkirin.
Herbiye destnîşan kir ku koalîsyona dijî DEAŞê ya bi pêşengiya Amerîkayê jî ji hewayê va piştgirî da operasyonê û terorîst di Geliyê Çayê yê li başûrê bajêr dikeve da hatin berterefkirin.
Di axaftina xwe da Herbiye ragihand ku opeasyona ji hêla artêşa Iraqê, polêsên federal ên Iraqê, Heşdî Şabî û Fermandariya Operasyonên Kerkûkê va dest pê kir wê heta 3 rojan dewam bike.
Îro bi telîmata Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî va li başûrê rojavayê Kerkûkê dijî DEAŞa rêxistina terorê operasyon dest pê kir.