Sinan Doğan
16 Hezîran 2021•Rojanekirin: 16 Hezîran 2021
Li Santandera Bakur a herêma Kolombiyayê bi du wesayîtên bombebarkirî va êrîşî tabura eskerî kirin, di êrîşê da 36 esker birîndar bûn.
Li gor xeberên di çapemeniya Kolombiyayê da hatin weşandin, li bajarê Cucutayê li qada eskerî ya lîwaya eskeriyê ya 30yî 2 wesayîtên bombebarkirî hatin teqandin, li gor tesbîtên ewil 36 esker birîndar bûn.
Ivan Duqueyê Serokê Dewletê daxuyanî da, êrîş şermezar kir û got ji bo lêpirsîna demildest telîmat da Dîego Molanayê Wezîrê Parastinê.
Wekî mayîn Molano jî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyam weşand û got, "Ji bo piştraskirina sedema teqîna li lîwayê bi fermandarên artêşê ra em diçin herêmê."
Rayedaran diyar kir ku kesek ji ber teqînê hat binçavkirin.