Li Koreya Başûr "birêvebiriya awerte" hat îlankirin
- Serokdewletê Koreya Başûr Yoon Suk Yeiol diyar kir ku mixalefet tevî aktîvîteyên dijî dewletê bûye û li welêt "birêvebiriya awerte" (îdareya orfî) îlan kir
- Li Koreya Başûr General Park An-Su wekî fermandarê birêvebiriya awerte hat tayînkirin
İbrahim Hamdi Hacıcaferoğlu
03 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2024
Istanbul
Serokdewletê Koreya Başûr Yoon Suk Yeiol diyar kir ku mixalefet tevî aktîvîteyên dijî dewletê bûye û li welêt "birêvebiriya awerte" (îdareya orfî) îlan kir.
Li gor nûçeya Yonhapê Serokdewlet Yoon di daxuyaniya xwe ya li qenaleke televîzyonê da mixalefetê bi "tevîbûna fealiyetên dijî dewletê" sûcdar kir.
Yoon ragihand ku li welêt "birêvebiriya awerte" hat îlankirin û got ku "Armanca birêvebiriya awerte ew e ku hêzên alîgirên Koreya Bakur ji holê rake û nîzama azadiya makezagonî biparêze."
Tê diyarkirin ku ev biryara Yoon piştî ku Partiya Demokrat a di mixalefetê da di komîsyona budçeyê da pêşnûmaya budçeyê red kir û der heqê kontrolkerê dewletê û serdozger da pêşniyarnameya der barê ku peywirên xwe xirab bi kar tînin pêşkêş hat dayîn.
Di vê navberê da Wezareta Parastinê ya Koreya Başûr di daxuyaniya xwe da telîmat da fermandarên artêşê ku bicivin û di teyaqûzê da bin.
Ji hêla din va mixalefeta sereke ya li welêt piştî îlana "birêvebiriya awerte" bangî parlamenteran kir ku bêne Meclisa Neteweyî.
- Li Koreya Başûr General Park An-Su wekî fermandarê birêvebiriya awerte hat tayînkirin
Hat ragihandin ku li Koreya Başûr Sererkan General Park An-su wekî fermandarê birêvebiriya awerte hat tayînkirin.
Li gor nûçeya Yonhapê li gor telîmatnameya ku ji hêla General Parkê wekî fermandarê birêvebiriyê hat tayînkirin hat weşandin meşên xwepêşandanê jî di nav da hemû fealiyetên siyasî hatin qedexekirin.
Di telîmatnameya ku li gor saeta herêmî di saet 23.00yan da ket meriyetê da hat gotin ku "Hemû çapemenî û weşan di bin kontrola fermandariya birêvebiriya awerte da ye."
Di telîmatnameyê da emir hat dayîn ku bijîşkên stajyer ên grevê dikin jî di nav 48 saetan da vegerin ser karên xwe.
Kesên ku biryarên rewşa awerte îxlal dikin bêyî biryara mehkemeyê dê bikarin bên girtin.
- Li Koreya Başûr birêvebiriya awerte hat îlankirin
Serokdewletê Koreya Başûr Yoon Suk Yeiol diyar kir ku mixalefet tevî aktîvîteyên dijî dewletê bûye û li welêt "birêvebiriya awerte" (îdareya orfî) îlan kir.
Yoon ragihand ku li welêt "birêvebiriya awerte" hat îlankirin û got ku "Armanca birêvebiriya awerte ew e ku hêzên alîgirên Koreya Bakur ji holê rake û nîzama azadiya makezagonî biparêze."
Tê diyarkirin ku ev biryara Yoon piştî ku Partiya Demokrat a di mixalefetê da di komîsyona budçeyê da pêşnûmaya budçeyê red kir û der heqê kontrolkerê dewletê û serdozger da pêşniyarnameya der barê ku peywirên xwe xirab bi kar tînin pêşkêş hat dayîn.
Ji aliyeki din, li Koreya Başûr ji bo rakirina birêvebiriya awerte ya ku Serokdewlet Yoon îlan kir li parlementoyê dengdayîn hat kirin û qebûl kir ku bê rakirin.
Li Koreya Başûr "birêvebiriya awerte" hat îlankirin