Önder Beyter
08 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2019
Li gorî nûçeya ku di çapemeniya Malezyayê da derket, li bajarê Tawau yê girêdayî eyaletê, îxbar çû îtfaiyeyê ku li ciyekî ku şênî lê hene, şewateke mezin derket.
16 agirkujên ku çûn taxê, piştî xebata 30 deqîqeyan agir û alav temirandin.
Dezgeha îtfaiyeyê destnîşan kir ku di şewatê da bi tevahî 20 mal şewitîn, bûn rijik û herwiha diyar kir ku mirî û birîndar tunene.
Sedema destpêkirina şewatê tê lêkolînkirin.