Emre Aytekin
15 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2023
Hat ragihandin ku li herêma Pokharayê ya li navenda Nepala welatê Asyayê balafira ku 68 rêwî û 4 muretebat tê da bûn, ket.
Li gor nûçeya rojnameya Katmandu Postê, balafira rêwîyan a bi tîpa "ATR 72"yê û aîdê Rêhewaya Yetiyê, ji Katmanduyê rabû ku here Pokharayê, lê li nêzî Geliyê Çemê Setiyê ket.
Berdevkê Şirketê Sudarshan Bartaula diyar kir ku di balafirê da 68 rêwî û 4 muretebat hebûn.
Bartaula daxuyand, di nava rêwîyan da 10 kesên biyanî û 2 dergûş jî hene.
Serokwezîr Pushpa Kamal Dahal ji hêzên asayîşê û ji gel xwest ku alîkariyê bidin xebatên xelaskirinê.
Di dîmenên ku têlevîzyona dewletê weşandin da balafir li herêma quntara Çiyayên Hîmalayayê ketiye û ji balafirê alav û dû radibe.
Hat ragihandin ku ji cihê qezayê cesedê hin rêwiyan hat derxistin.