Şilan Turp
29 Îlon 2024•Rojanekirin: 30 Îlon 2024
Li Nepala ku li Asyaya Başûr welatek e, li paytext Katmandu û bajarên li dewrûberê ji ber barana gumrah hezaz çêbûn û her wiha lehî rabûn, di encamê da 148 kes mirin.
Li gorî nûçeya rojnameya The Kathmandu Postê, di daxuyaniya hêzên ewlekariyê da hat diyarkirin, ji ber barana ku 3 roj e li Katmandu û dewrûberê dibare, hezaz çêbûn û her wiha lehî rabûn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji ber hezaz û lehiyan 148 kes mirin, 59 kes jî wenda ne.
Her wiha hat diyarkirin ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin, ji ber hezazê jî hin rêyên sereke hatin girtin û di rêyan da jî wesayît mehsûr mane.
Hikûmetê jî ragihand ku li herêmê perwerde ji bo 3 rojan hat rawestandin.