Fatma Esma Arslan Özdel
22 Adar 2025•Rojanekirin: 24 Adar 2025
Li başûrê rojavayê Nîjerê di encama êrîşa dijî mizgeftekê da herî kêm 44 kes hatin kuştin.
Wezîrê Navxweyî Mohamed Toumba di daxuyaniya xwe ya ji bo televizyona dewletê da ragihand ku di encama êrîşeke terorê ya dijî mizgeftekê li gundê Fonbîtayê ya li herêma Kokorouyê, herî kêm 44 kesan canê xwe ji dest da.
Wezîr Toumba destnîşan kir ku 4 jê bi giranî 13 kes jî birîndar in û anî ziman ku êrîş ji aliyê rêxistinên bi DEAŞa rêxistina terorê ra peywendîdar va hatiye lidarxistin.
Ji aliyê din va hikûmetê ji ber êrîşê, destpêk ji îro pê va, 72 saet weke şîna neteweyî ragihand.
Burkîna Faso, Malî û Nîjerê ku li herêma Sahelê ne, di salên dawî da dibin rûbirûyê êrîşên hinek komên bi Qaîde û DEAŞa rêxistinên terorê ra peywendîdar.