Haydar Şahin
05 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2017
ÎSLAMABAD
Li tevahiyê Pakistanê ji ber barana musonê lehî rabû û 43 kes mirin.
Di daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Afatê ya Neteweyî ya Pakistanê da hat diyarkirin ji ber barana musonê hetanî nika li Pencapê 11, li Belucistanê 15, li Sîndê 6 û li Hayberpaktunhuvayê 2 kes mirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li Herêma Eşîran (FATA) û Camû Keşmîrê jî bi tevahî 9 kes mirin, hat ragihandin ku ji ber şiliyê li hin herêman 60 xanî hilweşiyan.
Li Pakistanê lehiya herî mezin di sala 2010î da rabûbû, Çemê Îndusê têra avê nekiribû. Di vê lehiyê da 20 milyon kes di tesîra lehiyê da mabûn û 2 hezar kes jî miribûn.