Türkan Tosun
13 Adar 2018•Rojanekirin: 14 Adar 2018
STRAZBURG
Serokê Parlamentoya Ewropayê (PE) Antonîo Tajanî bang kir û got divê tundiya li Xûtaya Rojhilat a ku ji hêla rejima Beşşar Esed û alîgirên wî ve hatiye dorpêçkirin dawî bibe û tu tişt kuştina mirovên bêguneh meşrû nake.
Tajanî li Strazburgê di vekirina Lijneya Giştî ya Parlamentoya Ewropayê de axivî.
Tajanî got li Xûtaya Rojhilat ji hezarî zêdetir kes mirine, bi hezaran birîndar hene û rewşa tundiyê jî her ku diçe xirab bibe. Ji ber vê divê biryara Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî bikeve rewacê.
Tajanî bang kir û wiha got: "Li Sûriyeyê mirovahî tune dibe. Werin em mirovahiya xwe winda nekin. Tu tişt kuştîna mirovên bêguneh meşrû nake."
Ji bo çareseriya siyasî ya li Cenevreyê tê axaftin Tajanî got divê çareseriyeke siyasî çêbibe û birîndar bên tahliyekirin.