Ethem Emre Özcan,Muhammed Karabacak
22 Hezîran 2025•Rojanekirin: 23 Hezîran 2025
Li Şama paytextê Sûriyeyê di dêrekê da teqîn çêbû û 20 kes hatin kuştin, 52 kes birîndar bûn.
Li herêma Duweylayê ya ku dikeve rojhilata Şamê di Dêra Mar Îlyas da teqîn çêbû.
Li gor nûçeya ku SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê spart Wezareta Tenduristiyê, teqîn êrîşa terorê ye.
Di teqînê da 20 kes hatin kuştin, 52 kes birîndar bûn.
Di teqînê da li dêrê xesareke mezin çêbû, hêzên asayîşê li herêmê tevdîrên berfireh hildan.
Der barê teqînê da lêpirsîn dan destpêkirin.