Önder Beyter
15 Nîsan 2020•Rojanekirin: 15 Nîsan 2020
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta dinyayê hejmara pêketiyan derket 2 milyon û 65an.
Welatê ku pêketiyên wê herî zêde ne, bi 614 hezar û 246an va Amerîka ye. Pey vî welatî bi 174 hezar û 60 pêketiyan Îspanya, bi 62 hezar û 488an va Îtalya, bi 143 hezar û 303yan va Fransa, bi 132 hezar û 210an va Almanya û her wiha bi 93 hezar û 873an va jî Îngiltere tên.
Li Çîna ku şewb lê derket jî 82 hezar û 295 pêketî derbasî qeydan bûn.
Welatên ku hejmara pêketiyan ji 10 hezarî derbas bûye wiha ne:
"Îran (74 hezar û 877), Tirkiye (65 hezar û 111), Belçîka (31 hezar û 119), Hollanda (27 hezar û 419), Kanada (27 hezar û 63), Swîsre (25 hezar û 936), Brezîlya (25 hezar û 684), Rûsya (21 hezar û 102), Portekîz (17 hezar û 448), Awistirya (14 hezar û 234), Îsraîl (12 hezar û 46), Hindistan (11 hezar û 487), Îrlanda (11 hezar û 479), Swêd (11 hezar û 445), Koreya Başûr (10 hezar û 591) û Peru (10 hezar û 303)."
Ji ber Kovîd-19ê li ser asta dinyayê 126 hezar û 754 kes mirin, 484 û 597 pêketî jî qenc bûn.