Ahmet Aydın
27 Mijdar 2020•Rojanekirin: 27 Mijdar 2020
Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 61 milyon derbas kir.
Li gorî "Worlmeter" malpera Înternetê ya ku daneyên Kovîd-19ê li ser tên belavkirin, li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 61 milyon û 13 hezar û 957an.
Li DYAya ku herî zêde pêketî lê hatine tesbîtkirin, hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 13 milyon û 158 hezar û 303a.
Piştî DYAyê welatên ku herî zêde pêketî li wan hatine tesbîtkirin bi vê rêzê ne:
Hîndistan (9 milyon û 291 hezar û 68), Brezîlya (6 milyon û 170 hezar û 827), Rûsya (2 milyon û 187 hezar û 990), Fransa (2 milyon û 170 hezar û 97), Îspanya (Milyonek û 622 hezar û 632), Îngiltere (Milyonek û 574 hezar û 562), Îtalya (Milyonek û 509 hezar û 875), Arjantîn (Milyonek û 390 hezar û 388), Kolombiya (Milyonek û 270 hezar û 991) û Meksîka (Milyonek û 70 hezar û 487).
Vîrusa ku cara yekê li Wuxana bajarê navenda Hubeiya eyaleta Çînê hat dîtin, di demeke kurt de li zêdetir 200 welat û herêman belav bû.
Li seranserê cîhanê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê gihişt Milyonek 432 hezar û 629an. Hejmara rehetbûyan jî gihişt 42 milyon û 260 hezar û 898an.