Haydar Şahin,Hemin Othman Mohammed,Emrah Akbulak
25 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2025
Li Kelara navçeya bajarê Silêmaniyê ji bo ku kerr jî bikarin ji xutbeyên înê û agahiyên dînî sûd wergirin pêngaveke nû hat avêtin.
Di çarçoveya xebata ku bi birêvebiriya Rahîm Kerîmê mamosteyê Enstîtuya Kerran a Hewaî ya li Kelarê xutbe êdî ji bo îşareta destan tê wergerandin.
Rahîm Kerîmê ku bi xebatên xwe yên ji bo kerran li herêmê tê naskirin ji bo ku kesên navborî ji agahiyên dînî sûd wergirinxebateke giran dike.
Kerîm ji bo ku kerr hîs bikin ku parçeyeke girîng ên civakê ne û di her qada jiyanê da bikarin roleke aktîf bilizîn li ser berdewamiua xebatê radiweste.
Rahîm Kerîmê ku xutbeya înê wergerand îşareta destan daxuyaniyek da nûçagihanê AAyê û got ku îri wergera sêyemîn kirin.
Kerîm got ku "Em vê xebatê bi taybetî ji bo kerran li Mizgefta Aştiyê ya li Kelarê dikin. Armanca me ew e ku ew mijara xutbeyan fehm bikin û ji bûyerên heftane agahdar bibin."
Kerîm da zanîn ku kesên kerr tên mizgeftê û got ku "Mizgeft dûr jî be hêdî hêdî tên û nimêja înê dikin. Her wiha 100 Qur'anên Pîroz ên ku me berê diyarî kiribûn bi xwe ra tînin."
Kerîm bal kişand ku kerr ji ber xebatê gelekî kêfxweş in û got ku "Birayên me yên kerr ji vê sepanê gelekî memnûn in ji ber ku êdî dikarin bi îşareta destan xutbeyên înê fehm bikin."
Kerîm got ku bo îşareta destan wergerandina xutbeyan kareke zehmet e û diyar kir ku dê xizmetên xwe bidomînin.