Gökhan Kavak,Hodan Mohamed Abdullahi
10 Hezîran 2023•Rojanekirin: 11 Hezîran 2023
Li Somaliyê di êrîşa rêxistina terorê Eş-Şebabê ya dijî otêlekê da 9 kes hatin kuştin.
Li gorî agahiya peyamnêrê AAyê wergirt, endamên Eş-Şebabê li paytext Mogadîşûyê êrîşî Otêla Pearl Beachê kirin.
Di êrîşê da 9 kes hatin kuştin, 10 kes jî birîndar bûn.
Di nav kuştiyan da 3 polês jî hene.
Piştî pevçûnê, 84 kesên li otêlê hatin rizgarkirin.
Rizgarbûyiyê êrîşê Fowsiyo Abshir di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da wiha got, "Ez û zarokên xwe me xwe di ser dîwar ra avêt û em wisa xilas bûn. Şikir em baş in."
Hêzên ewlekariyê bersiv dan êrîşa endamên rêxistinê û di pevçûnê da 7 endamên rêxistinê hatin berterefkirin.