Elif Irmak
16 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2020
Hat ragihandin ku li Xeta Durandê ya ku di navbera Efxanistan û Pakistanê da binîqaş e di navbera yekîneyên sînor ên herdu welatan da pevçûn derket.
Berdevkê Walîtiya Kunarê Ebdul Xanî Musammîm di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê da got ku yekîneyên sînor ên Pakistanê guleya roketê avêt Serkaniya navçeya wilayeta Kunarê.
Musammîm got ku di êrîşê da 4 sivîl hatin kuştin, 9 sivîl jî birîndar bûn û diyar kir piştî ku yekîneyên sînor ên Efxanistanê bersiv dan li sînor pevçûn derket.
- Xeta Durandê
"Xeta Durandê" sînorê 2 hezar û 640 kîlomêtroyî yê ku ji bakurê rojhilat heta başûrê rojava ya di navbera Efxanistan û Pakistanê da pêk tîne û di sala 1893yan da bi peymana di navbera Wezîrê Karên Derva yê Hindistana Îngiliz ê heyamê Sîr Mortîmer Durand û Şahê Efxanistanê Emîr Ebdurrehman Xan da hat diyarkirin.
Pakistan herçiqas Xeta Durandê wekî sînorekî navneteweyî qebûl bike jî Efxanistan vê sînorê nas nake. Ji ber vê yekê di navbera eskerên herdu welatan da her dem pevçûn derdikevin.
Birêvebiriyên Îslamabad û Kabulê demek dirêj e dualî sûcdarkirina "ji bo milîtanên li axê xwe girtina çavan" dikin.