Türkan Tosun
01 Tebax 2019•Rojanekirin: 02 Tebax 2019
Şaxa Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) daxuyand li Sûriyeyê meha çûyî jê gelek ji ber êrîşên rejima Beşar Esed 433 tevahî sivîl hatin kuştin.
Di rapora SNHRyê ya der barê sivîlên hatine kuştin da hat gotin di tîrmehê da jê 64 jin,119 zarok tevahî 433 sivîl di pevçûnên aliyan da hatine kuştin.
Ji ber êrîşên rejima Beşar Esed û terorîstên biyanî yên Îran piştgiriyê dide meha çûyî jê 32 jin, 65 zarok tevahî 211 sivîl hatin kuştin.
Di êrîşên Rûsyayê da jî jê 18 jin, 19 zarok tevahî 107 sivîl mirin.
Bi vî awayî hêzên rejimê û Rûsyayê meha çûyî 318 sivîl kuştin.
- Ji ber îşkenceyê 28 kes mirin
YPG/PKKya rêxistina terorê jê 2 zarok 8 sivîl kuştin. Mixalifên eskerî û komên dijî rejimê jî 2 kes kuştin.
Di êrîşên hêzên koalîsyonê yên navneteweyî yên dijî DEAŞê da jî jê 14 jin, 33 zarok tevahî 104 sivîl hatin kuştin.
Di sivîlên meha çûyî di êrîşên rejima Esed û Rûsyayê da 5 xebatkarên tenduristiyê jî hene.
Di êrîşên balafirên şer ên Ûris da jî 3 xebatkarên Parastina Sivîl (Kumspî) mirin.
Meha çûyî 28 kes ji ber îşkenceyê mirin.
Hêzên rejimê 25 kes, YPG/PKKyê jî 3 sivîl bi îşkenceyê kuştin.