Haydar Şahin
21 Îlon 2018•Rojanekirin: 22 Îlon 2018
KAMPALA
Li Tanzanyayê ferîbota rêwiyan li Gola Vîktoryayê serobino bû, di qezayê da 100 kes mirin.
Li gor xeberên di çapemeniya herêmî da hatin weşandin, duh êvarê keştiyeke ku tê îdiakirin barê wê zêde bû li Gola Vîktoryayê serobino bû.
Tê texmînkirin ku di ferîbotê da bi sedan kes hebûn, hetanî nika cesedê 100 kesan hat dîtin.
Hat ragihandin ku ferîbot bi tenê 50 mêtre li dûrî benderê bû ku qeza çêbû.
John Mongellayê Komîserê Herêma Mwanzayê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku dibê ferîbotê herî zêde 100 rêwî hilda lêbelê nizanin çend kes lê siwar bibûn. Mongella got ku duh berêvarê di qezayê da 40 kes hatin xilaskirin, xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.
Mongella got ditirsin ku hejmara miriyan zêde bibe û wiha axivî: "Nikarim texmîn bikim ku gelo di ferîbotê da çend rêwî hebûn. Nika hedefa me xilaskirin e."
Wesayîtên ser avê yên ku kevn bûne li welêt gelek caran dibin sedema qezayan, li welêt berê jî qezayên mezin çêbibûn.
Di sala 1996an da dîsa li Gola Vîktoryayê ji 800î zêdetir kes di qezayên ferîbotan da miribûn, li nêzî Zanzîbarê jî kêmzêde 200 kes di qezaya ferîbotan da miribûn.