Salih Okuroğlu
07 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2023
Ji welatên girav ên nava Pasifîkê li Vanuatuyê erdhejeke mezin çêbû.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) daxuyand, li Vanuatuya welatê giravê ya li nava Pasifikê bi mezinahiya 7,3yan erd hejiya û paşê mezinahiya erdhejê wekî 7,1 rojane kir.
Navenda erdhejê 123 kîlomêtre ji aliyê başûrê bajêr e û li gor tesbîtê 48,4 kîlomêtre di binê erdê da çêbê. Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hat dayîn.
Hê nayê zanîn ku di erdhejê da mirî û birîndar hene yan na û zirar gihîştiye mal û milk an na.
Li Vanuatuyê di 22yê Mijdarê bi mezinahiya 6,7an erd hejiyabû û tiştek bi kesî nehatibû.