Önder Beyter
04 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2021
Li welatên Amerîkaya Latîn pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) û her wiha hejmara kesên ku ji ber vîrusê dimirin zêde dibin.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Brezîlyayê, di rojekê da 293 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 196 hezar û 18an, bi tesbîtkirina 17 hezar û 341 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket 7 milyon û 733 hezar û 746an.
Li welêt her wiha hejmara kesên baş bûn jî derket 6 milyon û 813 hezar û 8an.
- Meksîka
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Meksîkayê, di 24 saetên dawîn da 362 kes mirin, 5 hezar û 211 pêketî hatin tesbîtkirin.
Li welêt hejmara miriyan derket 127 hezar û 213an, ya pêketiyan derket milyonek û 448 hezar û 755an û ya başbûyiyan jî derket milyonek û 98 hezar û 431ê.
- Arjantîn
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Arjantînê, di rojekê da 107 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 43 hezar û 482yan, bi tesbîtkirina 5 hezar û 884 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket milyonek û 640 hezar û 718an.
Her wiha li Arjantîna ku nifûsê wê 45 milyon e, milyonek û 452 hezar û 960 kes jî baş bûn.
- Kolombiya
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Kolombiyayê, di rojekê da 200 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 43 hezar û 965an, bi tesbîtkirina 9 hezar û 412 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket milyonek û 675 hezar û 820î. Her wiha milyonek û 542 hezar û 353 kes jî baş bûn.
- Perû
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Peruyê, di 24 saetên dawîn da 57 kes mirin, 1341 pêketî hatin tesbîtkirin.
Li welêt hejmara miriyan derket 37 hezar û 830î, ya pêketiyan derket milyonek û 19 hezar û 475an û ya başbûyiyan jî derket 958 hezar û 682yan.
- Şîlî
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Şîliyê, di rojekê da 43 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 16 hezar û 767an, bi tesbîtkirina 2 hezar û 289 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket 618 hezar û 191ê. Her wiha 584 hezar û 457 kes jî baş bûn.
- Panama
Li gorî nûçeyên çapemeniya Panamayê, li welêt di 24 saetên dawîn da hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin 37 zêde bû û derket 4 hezar û 140î, hejmara pêketiyan jî 1972 zêde bû û derket 253 hezar û 736an.
Li welêt heta niha 201 hezar û 816 kes jî baş bûn.