Haydar Şahin
14 Nîsan 2020•Rojanekirin: 14 Nîsan 2020
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Misrê da hat diyarkirin ku 5 kesên din jî ji ber vîrusa koronayê mirin û hejmara miriyan derket 164 kesan.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku hejmara nexweşan derkete 2 hezar û 190 kesî, hejmara kesên rind bûn jî derkete 488an.
- Tûnis
Wezareta Tenduristiyê ya Tûnisê destnîşan kir ku ji ber Kovîd-19ê 3 kesên din jî mirin, hejmara miriyan derkete 34an. Hat diyarkirin ku li welêt 19 kesên din jî bi vîrusê ketin, hejmara nexweşan derkete 726an, ji 22yê adarê vir da 2 hezar û 390 kesên li dervayê welêt haitn texliyekirin û ji wan 818 kesan dema xwe ya karantînayê temam kirin.
- Cezayîr
Cemal Fewrarê Berdevkê Komîteya Teqîbata Vîrusa Koronayê ya Wezareta Tenduristiya Cezayîrê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku 20 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin, hemara miriyan derkete 313 kesan.
Fewrar destnîşan kir ku li welêt 69 kesên din jî bi nexweşiyê ketin, hejmar nexweşan derkete 1983yan.
Wekî mayîn li Cezayîrê ji sala 2003yan vir da çalakiyên Pêbaziya Quran Pîroz dihatin lidarxistin, ji ber vîrusê çalakî hain taloqkirin.