Hüseyin Yıldız
19 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2022
Li Îdirê qertelê (aquila nipalensis) ku bi cîhaza şopandinê va hat şopandin ji ber ku hewa sar bû koçî Afrîkayê kir.
Midûriya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî ya Îdirê (DKMP) û Komeleya KuzeyDogayê di 18ê îlonê da li Navenda Perwerde û Lêkolînê ya Çivîkan ya Erezê cîhaza şopandinê pêva kirin û qertel berdan çolê.
Bi hevkariya Wezareta Çandinî û Daristanê û Yekîtiya Ewropayê (YE) va projeya "Di Çarçoveya Rêbazeke Nû da Projeya Ji Bo Amadekirin, Sepandin û Şopandina Cisnên ku li Tirkiyeyê Koka Wan Li Ber Qelandinê ne" ketibû rewacê ku ev qertel jî di wê lîsteya cisnên ku tên parastin da bû. Piştî ku hewa sar bû qertel çû Afrîkayê.
Qertelê ku bi cîhazê tê şopandin di nav mehekê da li Tirkiye, Sûriye, Iraq, Urdun û Îsraîlê geriya û tevahî 2418 kîlomêtro rê çû.
Piştî rêwîtiyê ew li Misirê devê qeraxa Kendava Suveyşê ya di navbera Behra Sor û Behra Spî da bi cih bû.
- Rêwîtiya qertel
Qertel li Tirkiyeyê 21 rojan ma, 970 kîlomêtro mesafe rêwîtî kir û di 9ê cotmehê da ji welêt derket.
Ew paşê çû Mayadîna navçeya Dêrezora bajarê Sûriyeyê, ji wir jî derbasî çola di navbera Iraq û Sûriyeyê bû.
Qertel demekê li Rukbana di navbera Sûriye û Urdunê da ma, li Bayîr û Akabeya Urdunê û Eylata bajarê Misirê navber da û dîsa dest bi rêwîtiya xwe kir.
Qertelê ku li esmanên 5 welatan firiya li bajarê Ras Abu Rudeisa bajarê Misirê ya nêzîkî Behra Sor bi cih bû û tevahî 2418 kîlomêtro firiya.
Wisa tê texmînkirin ku ewê piştî rêwîtiya xwe ya li Afrîkayê dema ku bihar hat wê vegere Tirkiyeyê.
- "Li Misirê bi cih bû"
Berpirsê Navenda Perwerde û Lêkolînê ya Çivîkan ya Erezê Kayahan Agirkaya ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji 2006an vir va ji 160 hezarî zêdetir çivîk tên şopandin ku ev qertel jî ji wan yek e.
Agirkaya wiha axivî: "Di payîza 2022yan da me dest bi şopandina vê qertelê kir. Li Ewropayê koka wan li ber qelandinê ye. Di nav mehekê da 2418 kîlomêtro firiya. Iraq, Sûriye, Urdun û Îsraîlê derbas bû û li Misirê bi cih bû. Piştî vê rêwîtiya dirêj em jî meraq dikin ka ewê biçe ku."