17 Sibat 2020•Rojanekirin: 18 Sibat 2020
Rejima Beşar Esed ku Rûsya alîkariya asîmanî didê, ligel komên biyanî yên terorîst ku Îran piştê dike, peymanên Astanayê û rêkeftina Soçiyê binpê kirin û 16 cih û warên din ên Helebê yên di nava sînorê Herêma Kêmkirina Rageşiyê Îdlibê da bi dest xistin.
Hêzên rejimê bi piştevaniya hêza asîmanî ya Rûsyayê va di 24 saetên dawî da li rojavayê bakurê Helebê ligel navçeyên Anadan û Hureytanê, Uveyhine, Kefer Hamra, Cemiyet ez Zehra, Beyanon, Hayyan, Tel Musibin, Babis, Maret el Ertaik, Cemiyet el Hadî, Bişkatin, el Hute, Leyremon, Mellah û Kefer Daîl bi dest xistin.
Bi vî awayî rejimê desthelata xwe ya li rêbejaya M-5 ku navendên bajarên Heleb û Şamê digihîne hevdu, zexmtir kir.
- Peymanên Astanayê û rêkeftina Soçiyê binpê kirin
Îdliba li bakurê rojavayê Sûriyeyê ji destpêka şerê navxweyî vir da di destê mixalifan û komên çekdar ên li dijî rejimê da ye. Serjimara navenda Îdliba di sala 2015an da bi tevahî kete destê mixalifan bi koça navxweyî va derkete 4 milyonî. Rejim herî zêde êrîşî vê herêmê dike.
Ji rêkeftina Soçiyê vir da di êrîşên ser Îdlibê yên rejimê û piştgirên wê da ji 1800î zêdetir sivîl hatin kuştin. Ji rêbendana 2019an vir da hejmara kesên koçî sînorê Sûriye-Tirkiyeyê kirin jî derket milyonek û 794 hezar kesî.