İbrahim Atmaca
21 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2018
ÎDLIB
Li bajarê Îdliba ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê wesayîteke bombebarkirî hat teqandin û li gor agahiyên ewilîn 3 sivîl mirin , herî kêm 13 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Parstina Sivîl hat hildan, li navenda bajarê Îdlibê wesayîteke bombebarkirî hat teqandin. Di teqînê da yek jê zarok bi tevahî 3 sivîl hatin kuştin, herî kêm 13 sivîl birîndar bûn.
Piştî midaxaleya ekîbên Parastina Sivîl birîndar rakirin nexweşxaneyên der û dorê.
Ji ber teqînê avahiyên li der û dorê û gelek wesayîtan zirar dît.