08 Mijdar 2019•Rojanekirin: 08 Mijdar 2019
Welatiyekî Îngiltereyê ku li Iraq û Sûriyeyê di kampên YPG/PKKê de perwerde dîtibû, 4 sal cezayê hebsê xwar.
Dadgeha Cezayê Giran a Londonê biryara xwe ya derbarê Aidan Jamesê welatiyê Îngiltereyê ku li Old Baileyê derdiket ber dadê ragihand.
James ji ber sitendina perwerdaya çekdarî li kampeke PKKê ya li Iraqê 4 sal cezayê hebsê xwar lê ji sûcdarkirin "mayina li kampên terorê yên li Sûriyeyê" beraat kir.
Jamesê ku par 4ê sibatê dema ji Sûriyeyê vegeriya Îngiltereyê li Balafirgeha Liverpoolê hatibû binçavkirin, ji sûcên weke "amadekariya çalakiya terorê" û "mayina li perdegeha terorê" derdiket ber dadê.
PKK ji sala 2001ê ve di lîsta terorê ya Îngiltereyê de ye lê YPG di listê de cih nagire.