Önder Beyter
24 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2020
Li Îranê hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin, 215 zêde bû û derket 15 hezar û 289an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê eşkere kir ku di 24 saetên dawîn da 215 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin, 2 hezar û 489 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê got ku bi vê va hejmara giştî ya kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 15 hezar û 289an, ya pêketiyan jî derket 286 hezar û 523yan.
Lariyê her wiha got ku ji nexweşên Kovîd-19ê jê rewşa 3 hezar û 653an giran e û heta niha 249 hezar û 212 kes jî piştî tedawiyê çûn malên xwe.
Lariyê destnîşan kir ku li welêt heta niha 2 milyon û 278 hezar û 384 test hatin kirin.