Mustafa Deveci
24 Hezîran 2021•Rojanekirin: 25 Hezîran 2021
Li Îsraîlê hikûmeta koalîsyonê ya nû ya bi serokatiya Serokwezîr Naftalî Bennett ava bû ji bo li Şerîeya Rojava 31 avahiyên nû yên Cihûyan bên avakirin destûr da projeya dereqanûnî.
Li gor nûçeyên di çapemeniya herêmî da cih digirin, Komîteya Plankirinê ya Bilind ya Îdareya Sivîl ya girêdayî Wezareta Parastinê plana avakirina 33 avahiyên Cihûyan ya dereqanûnî ya li Şerîeya Rojava lêkolîn kir.
Piştî lêkolînê ji bo 31 avahiyan destûr hat dayîn ku di nav wan da navendeke danûstendinê û 2 sînagog jî hene.
Bi vî awayî hikûmeta Bennett ya ku di 13ê Hezîranê da dest bi wezîfeyê kir cara ewil destûr da projeyên avakirina malen Cihûyan ên li Şerîeya Rojava.
Li Şerîeya Rojava ya ku Îsraîlê di sala 1967an da dagir kir ji 250î zêdetir cih û warên Cihûyan ên dereqanûnî heye. Li van deran ji 400î zêdetir cihû dijîn û ev jiyana Filistîniyan zehmettir dike.
Li gor qanûna navneteweyî ev cihên Cihûyan dereqanûnî ne.