Bahattin Gönültaş
01 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2024
BERLÎN (AA) - Lufthansaya fîrmaya rêhewayê ya Alman ragihand ku wan ji bo Îsraîl û Libnanê dema betalkirina firînan dirêj kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Lufthansayê hat dayîn, li gor dahûrîna ewlehiyê ya berdest, seba plana firînên ber bi Rojhilata Navîn hat rojanekirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku firînên ber bi Tel Avîvê va heta 31ê Cotmehê, firînên ber bi Beyrûta paytextê Libnanê jî heta 30ê Mijdarê hatin sekinandin, rêwiyên ku bilêtên wan şewitîn, wê bikaribin bê pere rezervasyonên xwe biguherînin an jî betal bikin.
Şirketê balafirên ku diçin Tehranê jî heta 26ê Cotmehê dabûn sekinandin.