Elif Orhan
03 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2017
PARÎS
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got ji bo ku di navbera birêvebiriyên Hewlêr û Bexdayê de diyalogeke erênî çêbe û bi serkeftî bigihêje encamê dê teşebûs bike.
Macron û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtina li Qesra Elyseeyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Arîkarê Serokwezîrê HKIyê Qubad Talebanî jî amade bû.
Macron diyar kir ku girîngî didin mafên kurdên li Iraqê û got ku bi Barzanî re li ser mijarên têkoşîna dijî terorê û pêşmergeyan axivîn.
Macron diyar kir ku bi Barzanî re qala referandûma nemeşrû ya li HKIyê ya ku di 25ê îlonê de hat kirin û got ku "Fransa girîngî dide hêzdarbûna Iraq û yekîtiya axa Iraqê."
Macron got ku agirbesta ku dawiya cotmehê de li bakurê Iraqê hat pêkanîn geşedaneke girîng e û wiha axivî: "Fransa bang dike ku li Iraqê diyalogege erênî û neteweyî çêbe."
Macron got ku divê di çarçoveya vê diyalogê de meşrûtiya kontrola federal a sînorên Iraqê bê naskirin û got ku Fransa ji bo yekîtiya Iraqê û parastina mafên kurdan çi ji destan bê dê bike.
Macron destnîşan kir ku Talebanî jî vir e û ev yek ji bo gelê kurd semboleke girîng e û diyar kir ku Fransa dê hefteya bê û mehên bê ji bo ku ev diyalog berdewam bike dê her tiştê bike.
Macron bal kişand ku çareseriya pirsgirêkên li herêmê girêdayî diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye û got ku piştî vê civînê dê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî re hevdîtin bike û got ku "Ji bo min Iraqeke yekbûyî û pirole ji bo ku li herêmê îstiqrara demkurt û mawedirêj çêbe şert e."
Macron wiha axivî: "Fransa ji bo ku ev diyaloga erênî çêbe û biserkeftî bigihêje encamê dê teşebûs bike."
- "Em ji bo ku bi birêvebiriya Iraqê re di çarçoveya destûra bingehîn de hemû pirsgirêkan çareser bikin amade ne ku mizakereyan bidin destpêkirin"
Barzanî jî spasiya Macron kir û da zanîn ku Fransa di çareseriya pirsgirêkên ku li Iraqê diqewimin de roleke girîng dilîze.
Barzanî got ku di çarçoveya Destûra Bingehîn de girîngî didin yekîtiya Iraqê û tu pirsgirkên wan bi birêvebiriya Bexdayê re tune.
Barzanî got ku "Em ji bo ku bi birêvebiriya Iraqê re di çarçoveya destûra bingehîn de hemû pirsgirêkan çareser bikin amade ne ku mizakereyan bidin destpêkirin. Divê riayetê hemû madeyên destûra bingehîn bikin. Em digel destûra bingehîn û yekîtiya Iraqê ne."
Barzanî got ku "Em der barê referandûmê de di nav pêvajoyeke nû de ne. Me nêrînên xwe yên der barê vê mijarê de parve kir." û got ku hember biryara Dadgeha Federal a Iraqê rêz digirin û aliyê ku ji bo wan girîng e ew e ku ka dê li Iraqê yekîtî bê pêkanîn an na.
Rayedarê Elyseeyê piştî civîna çapemeniyê daxuyanî da û li ser pirsekî got ku Tirkiyeyê der heqê referandûma nemeşrû ya li HKIyê de pozîsyona xwe bi awayekî eşkere anî ziman û diyar kir ku Fransa bi Tirkiyeyê re di nav diyalogeke xurt de ye, Iraq û HKI jî di nav de der barê pirsgirêkên li herêmê de agahiyan distînin.