Haydar Karaalp
27 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2026
Hat ragihandin ku sibê li Meclisa Iraqê ji bo hilbijartina Serokomarê nû wê rûniştin were kirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Meclisê hat dayîn, ji bo hilbijartina serokomarê nû sibê rûniştin wê were kirin, di hilbijartinê da 19 namzed hene. Di nava namzedan da endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Wezîrê Karên Derva Fuad Huseyîn û endamê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Nîzar Amedî heye.
Li Iraqê piştî denklema siyasî ya 2003yan Serokomar di nava namzedên partiyên Kurdan da tê hilbijartin. Bi Serokomarê berê Celal Talabaniyê ku mir û pê va endamên YNKyî ev wezîfe kiribûn.
Li Iraqê di 11ê Mijdara 2025an da hilbijartin hatibû kirin û Çarçoveya Kordînasyonê ya ku ji pêşengên partiyên Şîe pêk tê hilbijartina giştî qezenc kiribû û ji Serokwezîrên berê Nurî el-Malîkî wekî namzedê Serokwezîriyê eşkere kiribû.
Serokomarê ku sibê li Meclisê hilbijartina wî tê payîn, divê herî kêm di nava 15 rojan da wezîfeya avakirina hikûmetê bide Malîkî.