Haydar Şahin
09 Hezîran 2020•Rojanekirin: 10 Hezîran 2020
Amir Fayîzê Endamê Komisyona Têkiliyên Derva ya Meclisa Iraqê der barê mizakereyên dê sibê dest pê bikin da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Fayîz diyar kir ku mizakereyê bi rêya telekonferansê were kirin, di civînan da nûnerên wezaretên Parastin, Karên Navxweyî, Petrol, Darayî û Karên Derva ew ê cî bigrin.
Fayîz diyar kir ku ji bo mijarên li ser biaxivin tesbît bikin komîteyên herdu aliyan jî xebatên xwe didomînin, ew ê mijarên wekî ewlekarî, têkiliyên aborî, tenduristî û siyasî yên di navbera herdu welatan da jî binirxînin.
Tura ewil a mizakereyên di navbera Bexda û Washîngtonê da ew ê sibê dest pê bikin û 2 rojan li ber xwe bidin.
Tê îdiakirin ku rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê jî ew ê di civînê da hebin lêbelê rêveberiya herêmê hê der barê mijarê da daxuyaniyek neda.
- Biryara Meclisa Iraqê
Meclisa Iraqê di 5ê rêbendanê da biryar dabû ku hêzên Amerîkayê ji Iraqê werin derxistin. Meclisê berpirsyariya sepandina biryarê jî dabû hikûmetê.
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê jî bertek nîşanî biryara Meclisa Iraqê dabû û gotibû, "(Iraq) Heke bixwazin em ji welêt derkevin û vê bi dostane nekin em ê mueyîdeyên ku hetanî nika qet nedîtine bidin ser wan. Mueyîdeyên li ser Îranê ew ê li cem van mueyîdeyan kêm bimînin."
Hêzên koalisyona Amerîka pêşîkêşiyê dike jî ji hin baregehên Iraqê wekişiyabûn û baregeh teslîmî artêşa Iraqê kiribûn.