Dilara Karataş
30 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2025
Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî bi heyeta digel xwe li Şama paytexta Sûriyeyê serdanên fermî dike.
Li gorî nûçeya SANAya Ajansa Fermî ya Sûriyeyê Serokomarê serdema derbasbûnê Ahmed Şera li Balafirgeha Navneteweyî ya Dîmeşqê pêşwazî li Al Sanî û heyeta pê ra kir.
Serokwezîrê rêveberiya berwext Muhemmed Beşîr, Wezîrê Karên Derva Esed Hesen Şeybanî, Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Kesra û gelek rayedarên din li balafirgehê refeqeta Şera kirin.
Di dema serdanên heyeta Qeterê da Wezîrê Karên Derva Şeybanî û Wezîrê Dewleta Qeterê yê Berpirsê Karûbarên Derba Muhemmed bin Evdilezîz Xalifî civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xistin.
Şeybanî anî ziman ku Qeter timî mitefiqê Sûriyeyê ye û got, "Em çaverê ne têkiliyên xwe yên dualî û hestên birayetiyê di navbera xwe da bi hêz bikin."