İbrahim Atmaca
08 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2019
Yekîtiya Ewropayê (YE) der heqê operasyona muhtemel a ku Tirkiye wê bibe ser rojhilata Feratê da dubare kir ku ew piştgiriyê dide çareseriya siyasî ya ku wê bi pêşengtiya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk were.
Berdevka Komîsyona YEyê Maja Kocijcancicê di civîna çapemeniyê ya rojane da pirsa nûçegihanê AAyê ya "Tirkiye bi operasyoneke muhtemel va plan dike ku li Sûriyeyê herêmeke ewle çêke û 2 milyon Sûriyeyiyan paşve bişîne. Fikra YEyê ya li ser vê planê çi ye?" bersivand.
Kocijcancic got, "Fikra YEyê ew e ku li Sûriyeyê çareseriya mayînde ne bi eskerî, li gor biryarên NYê bi pêvajoyeke veguherîna siyasî wê çêbe."
Kocijcancicê destnîşan kir ku heke li Sûriyeyê şert û merc çêbibin koçberên bêdestûr dikarin cardin vegerin û wiha dewam kir, "Rewşa niha dide nîşan ku ev şert û merc çênebûne."
- "YE tam çi dixwaze"
Li ser daxuyaniyê nûçegihanê AAyê destûra pirseke din xwest û wiha pirsî: "Bi qasî ku min fêm kir YE naxwaze penaber werin Ewropayê. YE di heman demê da vê gavê piştgiriyê nade ku penaberan paşve bişînin Sûriyeyê jî. Hikûmeta Tirkiyeyê îdia dike ku YE ji bo 4 milyon penaberên li Tirkiyeyê bi tê ra xwe alîkarî neda. YE xwe nade ber operasyona muhtemel a ku plana herêma ewle armanc dike jî. Ez vê rewşê fêm nakim, YE tam çi dixwaze?"
Kocijcancicê li ser vê pirsê got ku helwesta YEyê pir eşkere ye û Yekîtî piştgiriyê dide pêvajiya siyasî ya ku NY wê pêşengiya wê bike.