Haydar Şahin
14 Nîsan 2018•Rojanekirin: 15 Nîsan 2018
BRÜKSEL
NATOyê diyar kir ku piştgiriyê dide Amerîka, Îngiltere û Fransaya li hedefên kapasîteya sîlahên kîmyayî yên rejima Sûriyeyê dixin.
Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê di daxuyaniya nivîskî da destnîşan kir ku piştgiriyê didin êrîşên Amerîka, Îngiltere û Fransayê yên li ser kapasîteya sîlahên bijehrî yên rejima Esed û wiha got: "Ev êrîşa ew ê rejima Sûriyeyê ji quwetê bixe ku careke din bi van sîlahan êrîşî gelê xwe neke."
Stoltenberg bi bîr xist ku mitefîqan berê jî ji ber bikaranîna van sîlahan hişyarî dabû rejima Sûriyeyê, êrîşên wiha binpêkirina rê û rêzikên navneteweyî ye.
Stoltenberg di daxuyaniyê da wiha pê da çû:
"Bikaranîna van sîlahan tu carê nayê qebûlkirin û dibê berpirsyar hesab bidin. NATO bikaranîna sîlahên bijehrî ji bo aştiya navneteweyî wekî tehdîd dibîne. Dibê guh bidin paymanên sîlahên bijehrî."