Said Amori,Zeynep Hilal Karyağdı Duran
31 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2024
QUDIS (AA) - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu got, "Eksenê Selahedîn (Eksenê Philadelphiayê) ê xeta sînorê di navbera Misir û Xezeyê da divê di bin kontrola Îsraîlê da be."
Netanyahu li paytextê Îsraîlê Tel Avîvê civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyanî dan.
Netanyahu qala êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê yên ji 7ê Cotmehê vir va kir û wiha got, "Şer heya armanc pêk werin dê hê çend mehên din jî bidome. Ji bo pêkhatina serfiraziyê çend mehên din jî pêwîst in. Em dixwazin wê yekê garantî bikin ku Xeze êdî nebe tehdîd."
Netanyahu destnîşan kir ku Eksenê Philadelphiayê yê di navbera Misir û Xezeyê da divê di bin kontrola Îsraîlê da be û verastkirineke ji xeynî vê dê ji hêla Îsraîlê neyê qebûlkirin.