Adsız Günebakan
06 Adar 2025•Rojanekirin: 18 Adar 2025
Li Pakistanê otobusên veguhestina nav bajêr, bi xeml û xêza xwe ya cuda balê dikişînin.
Li Qereçiyê ku navenda rêveberiya eyaleta Sindê ye, otobusên bi xeml û nîgarên balkêş, digel ku kevn in jî ji hêla gelê deverê pir tên emilandin.
Ev otobus li gorî wesayîtên bi konfor û bi qilîma, bi bihayekî erzantir xizmetê didin û lewma jî gel van otobusan bêtir tercih dike.
Ev otobusên ku rêwî derdikevin ser û bi wî awayî jî rêwîtiyê dikin, bêderî ne û lewma muawîn carinan xwe bi otobusê va dadiliqînin.
Xemla cuda ya otobusan a ku ji derva va dixuyê, di hundir da jî xwe nîşanî mirov dide. Otobusên ku neqş û nemûşên rengbireng xemilandî ne, tecrubeya seyaheteke cuda pêşkêşî mirov dikin.