Eşref Musa,Ömer Koparan
27 Hezîran 2024•Rojanekirin: 28 Hezîran 2024
PKK/YPGya rêxistina terorê ya ku li Sûriyeyê ji sedî 70yê qadên neftê dagir kiriye, bi firotina neftê ya li nav welêt û dervayî welêt va salane 2,5 milyar dolar nefta Sûriyeyê xesb dike.
Rêxistina terorê ya ku ji sedî 70yê qadên neftê yên Sûriyeyê dagir kiriye û ji firotin û qaçaxçîtiya neftê dahateke mezin qezenc dike.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ji sondaj û sewqiyatê yên li qadên ku rêxistin dixebitîne berpirs in hilda, rêxistin li herêmên ku dagir kiriye rojane herî kêm 150 hezar warêl neft derdixe.
- AAyê dîmenên sewqiyata neftê qeyd kir
Nûçegihanên AAyê dîmenên pompeyên sereke yên ji hêla terorîstên PKK/YPGyî va li Hesekeya dagirkirî tên xebitandin û TIRên ku neftê dibin Deriyê Sînor ê Sêmalkayê yê li bakurê Iraqê kişandin.
Di dîmenan da tê dîtin ku bi dehan TIRên neftbarkirî ji Deriyê Sînor yê Sêmalkayê û Mehmûdiyeyê derbasî bakurê Iraqê dibin.
- Rêxistin sewqiyatê birêva dibe
Terorîstên PKK/YPGyî ji ber pirsgirêkên di binesaziya hilberîna neftê û lojîstîkê da, rojane bi hezaran bermîl neftê sewqî bakurê Iraqê dikin.
Beşeke ji nefta ku li dervayî welêt tê parzinandin, dubare tînin herêmên di bin dagirkeriya rêxistina terorê da û beşeke wê jî bi tankêran ji bo bakurê Iraqê tê veguhastin û bi rêyên qaçax tê firotin.
Rêxistina terorê xebata sewqiyata neftê bi TIRên ser bi kompanyaya Husam Katirciyê ku Îlona sala 2018an Amerikayê ew li lîsteya mueyyideyan zêde kiribû, dike.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên xala derbasbûnê ya li Tebqayê hatin sitandin, TIRên Katircî rojane 200 tankêr neft veduguhêzin herêmên ser bi rejimê.
PKK/YPG, ji ser Reqa û Dêrezorê va rojane nêzîkî 35 hezar bermîl neft difiroşe rejimê. Rêxistin bermîlek neftê bi 70 dolarî difiroşe rejimê.