Önder Beyter
18 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2019
Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Kremlînê da hat ragihandin ku Putîn bi Macron ra bi têlefonê xeberda.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di peywendiyê da mijara Lîbyayê hat gotûbêjkirin û wiha hat gotin, "Serokan bal kişand ku krîza Lîbyayê divê bi rêbazên siyasî were çareserkirin. Rûsya û Fransayê ji bo çareseriya krîzê, piştgiriya xwe ya ji bo hewildanên navçîtiyê yên Neteweyên Yekbûyî û Almanyayê piştrast kirin."
Di daxuyaniyê da herwisa hat destnîşankirin ku di peywendiyê da Îdlib û herêma rojhilatê bakurê Sûriyeyê jî hatin gotûbêjkirin û herwiha herdu serokan bal kişandin ser girîngiya têkoşîna dijî terorê û avêtina gavên kordînekirî.
Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin ku Zîrveya Serokan a Çaralî ya Normandiyayê ku hefteya çûyî li paytextê Fransayê Parîsê bi beşdariya Fransa, Almanya, Ukrayna û Rûsyayê hat lidarxistin jî hat axaftin û wiha hat gotin, "Ji bo Donbasê edilandina statuya taybet, edilandina agirbestê û pevguhertina dîl û girtiyan jî di navê da Putîn bal kişand ku divê hemû biryarên wergirtî, bêyî nakokî bên cîbicîkirin."
Di daxuyaniyê da herwiha hat gotin ku mijara ji ser Ukraynayê ra sewqkirina xaza Ûris bo Ewropayê jî hat axaftin.