HEWLÊR
Li Herêma Kurdistana Iraqê hevdîtinên ku di navbera partiyên siyasî da ji bo avakirina koalîsyonê ji hilbijartinên giştî yên parlamenteriyê ku di 30ê Îlona 2018an da hatin kirin vir va tên meşandin, ber bi kutabûnê ne.
Di hilbijartinên giştî da tu partiyek negihîşt wê astê ku bi serê xwe hikûmet ava bike. Lewma jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku Mesûd Barzanî serokê wê ye û di hilbijartinê da bû partiya yekemîn, ev 5 meh in ligel partiyên siyasî hevdîtinan dike da ku hikûmeta koalîsyonê ava bike.
Herdu partiyên sereke yên ku PDK ligel wan hevdîtinan dike da ku hikûmetê ava bike, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran in.
Li gorî agahiyên ku peyamnêrê AAyê bi dest xistin, mijara dabeşkirina wezaretan a di navbera partiyên ku dê beşdarî koalîsyonê bibin da kêm zêde eşkere bû.
- PDK di kabîneya nû da dê wezaretên girîng ji xwe ra bihêle
Piştî ku encamên fermî hatin ragihandin, PDKyê namzedê xwe yê ji bo serokatiya herêmê ku ji sala 2017an vir va naşixule û namzedê serokwezîriyê eşkere kirin. Piştî ragihandina van namzedan, partiyên siyasî yên li herêmê li hemberî van navan derketin ku ev yek jî wiha hat şîrovekirin ku ev kesayet xwedî azmûn in û namzediya wan ji bo layenên siyasî ciyê qebûlê ye.
Di hikûmeta hevpeymanê ya ku dê were damezirandin da Nêçîrvan Barzaniyê ku ev sê serdem e serokwezîr e dê li qoltixê serokatiya herêmê rûnê. Herwiha Serokê Ajansa Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku kurê Mesûd Barzanî ye jî dê bibe serokwezîr.
Herwiha li gorî zanyariyan, PDK ji xeynî postên seroktî û serokwezîrtiyê, dê berdevkiya hikûmetê, alîkarê yekemîn ê serokê meclisê, serokê ajansa ewlekariyê, berpirsê daîreya peywendiyên derva û herwisa wezaretên wekî karên navxweyî, çavkaniyên siruştî û neft, darayî û karûbarên diyanetê ji xwe ra bihêle.
- Ji bo YNKyê postê alîkarê serokwezîr
PDK û YNKyê li gorî rêkeftina salên berê, wezaret di nava xwe da nîvî nîvî parve dikirin. Lêbelê vê carê li gorî rêjeyan dengan, wezaret dê bên parvekirin.
YNK herçiqas îtirazî vê yekê bike jî lêbelê wer dixuyê ku PDK di vê mijarê da pêkutiyê dike. Îniya derbasbûyî hat ragihandin ku herdu partiyên desthelat ên li Herêma Kurdistanê di mijara avakirina hikûmetê da li hev kir. Lêbelê der heqê wê yekê da agahî nehat dayîn ku ka wezaret çawa hatine parvekirin.
Herwiha li gorî agahiya ku hat wergirtin, Qubad Talabanî dê dîsa bibe Alîkarê Serokwezîr ku ev post ji xwe di destê YNKyê da ye. Ligel postê alîkarê serokwezîr, dê serokatiya meclisê û wezaretên Pêşmerge, şaredarî, çandinî û şehidan bidin YNKyê.
- Ji bo Tevgera Goran postê alîkarê serok
Tê destnîşankirin, Tevgera Goran ku di hilbijartinan da 12 parlamenter derxist û bû partiya 3yemîn, ji PDKyê, ligel postê alîkarê serok, wezaretên plansazî, perwerde, îmar û karûbarên meclisê dixwaze.
- PDK li peyê wê yekê nîne ku Komel beşdarî hikûmetê bibe
Partiya Komeleya Îslamî (Komel) ku 7 parlamenter derxist û di meclisê da partiya 5emîn e jî heta niha ew rexne li PDKyê digirt ku di hevdîtinên damezirandina hikûmetê da bi wan ra peywendî nayê danîn. Lêbelê PDKyê du hefte berê Komel ziyaret kir û ji bo damezirandina hikûmetê hevdîtin pêk anî.
- Ji bo Tirkmenan postê alîkarê duyemîn ê meclisê
Li gorî nirxandinan, dê teqez postê alîkarê duyemîn ê meclisê bidin Tirkmenan. Li Meclisê di çarçoveya pergala kotayê da 5 parlamenterên Tirkmenan hene.
Ji xeynî van, ew yek jî di rojevê da ye ku di kabîneya nû da wezareta dadê an jî wezareta bazirganî û pîşesaziyê bispêrin Tirkmenan.
- Dibe ku wezaretekê bidin Xirîstiyanan
Tê îdiakirin, pêkhateya Xirîstiyan ku di çarçoveya pergala kotayê da 6 parlamenterên wan di meclisê da hene jî ji PDKyê wezaretekê dixwazin. Li gorî agahiyê, Xirîstiyan wezareta ragihandin û veguhastinê dixwazin.
- Du partiyan xwe dan eniya mixalefetê
Tevgera Nifşê Nû ku Şasiwar Ebdulwehîd serokê wê ye û Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) ku Selahedîn Bahadîn serokê wê ye, di hilbijartinê da parlamenter şandin meclisê. Van herdu partiyan ragihand ku ew ê di serdema nû da xwe bidin eniya mixalefetê.
Tevgera Nifşê Nû ku ji bo cara ewil beşdarî hilbijartinê bû û 8 parlamenter bi dest xist, ragihand ku hedefa wan, bi serê xwe damezirandina hikûmetê ye û lewma jî heya ku ew bigihîjin vê armanca xwe, ew ê beşdarî hikûmetên hevpeymanê nebin.
Li Herêma Kurdistanê di hilbijartinên giştî yên 30ê Îlona 2018an da PDKyê 45, YNKyê 21, Tevgera Goran 12, Tevgera Nifşê Nû 8, Komelê 7, Hevpeymana Seba Islahê ku Yekgirtû jî di navê da ye 5 û lîsteyên Azadî û Nûjen jî her yekê jê parlamenterek derxistibûn.
Tirkmenan 5, Xirîstiyanan jî 6 parlamenter şandibûn meclisê. Herwisa ji bo van herdu pêkhateyan pergala kotayê tê sepandin.