Elif Orhan
19 Gulan 2018•Rojanekirin: 20 Gulan 2018
HAVANA
Hat ragihandin ku li Havanaya paytextê Kubayê balafira rêwiyan a cureyê Boeîng 737 piştî rabûnê ket.
Rayedaran diyar kirin ku balafira ku ji Havanayê ji bo ku biçe bajarê Holguînê bi firê ket û tê de 104 rêwî û 9 murettebat hebûn demek kurt piştî ku ji Balafirgeha Navneteweyî ya Jose Martî rabû ket.
Granmaya rojnameya fermî ya Kubayê diyar kir ku ji balafira ketî tenê 3 kes filîtîn, birînên van kesên ku li nexweşxaneyê tên dermankirin xedar in.
Hat ragihandin ku Serokdewlet Mîguel Marîo Dîaz-Canel Bermudez jî çûye cihê bûyerê.
Hat got ku balafir ji aliyê Rêhewayên Cubanayê ve ji şirketekî Meksîkayî hatiye kirêkirin.
Li Artemîsaya bajarê Kubayê par balafirekî eskerî ketibû û 8 kes miribûn. Di sala 2010an de jî balafireke rêwiyan a ku sefera Santîago-Havanayê dikir ket û di encama qezayê de 68 kes miribûn.