Abdullah Tel
13 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2021
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, Donald Trumpê di hilbijartina serokatiya welatê xwe da têk çû û wek berpirsê navtêdana serdagirtina Kongreyê ya di 6ê rêbendanê da qewimî tê sûcdarkirin wek "terorîstê dîrokî" binav kir û got: "Wan xwest di nav 3 mehan da Îranê bikewşînin lê ew bi xwe kewişîn."
Li gor têlevizyona dewletê ya Îranê Serokomar Ruhanî li paytext Tehranê piştî civîna Lijneya Wezîran axivî û bal kişand ser mijarên di rojevê da cî digirin.
Di axaftina xwe da Ruhanî bal kişand ser Serokê Amerîkayê Trump û ekîba wî ya ku seranserê wezîfeya xwe li dijî Îranê tevdigeriyan û wiha pê da çû: "Polîtîkaya zexta zêde ya Amerîkayê û terora wê ya aboriya bi têkçûna awayek teqez va bi dawî bû. Ew kesên vê polîtîkayê amade kiribûn bi tenê têk neçûn di heman demê da jiyana wan a siyasî jî bi dawî bû."
Ruhanî di axaftina xwe da got ku heyama serokatiya Trump awayek "rûreşkirî" bi dawî bû û wiha domand: "Serokê Amerîkayê yê ji nêrîna siyasî mehrûm, Wezîrekî Karên Derva (Mike Pompeo) yê bêaqil û Şêwirmendekî Ewlehiya Neteweyî yê alîgirê tundrawiyê û nezan hilda cem xwe û bi fikr û ramana xwe ya tacîr û xumarbaziyê va xwest karan birêva bibe û me hemûyan jî dît ku dawî çawa bû. Ev nîşan dide ku li rûyê dinyê nijadperestî, zordestî û binpêkirina qanûnan awayek baş naçe serî."
Serokomarê Îranê Ruhanî bal kişand ser tevgerên rêveberiya Amerîkayê yên li dijî Îranê û got: "Miletê me yê xwedî sebr li dijî van terorîstan li ber xwe da. Wan xwest di nav 3 mehan da Îranê bikewşînin lê ew bi xwe kewişîn."