Ali Cura
30 Adar 2022•Rojanekirin: 30 Adar 2022
Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê ragihand ku digel mieyîdeyên Rojavayê yên li ser Rûsya û Îranê wê têkiliya di navbera Moskova û Tehranê da xurttir bibe.
Wezaretê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist ku Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derva yê Îranê Hiseyîn Emir Ebdilahiyan li Efxanistanê di çarçoveya Konferansa 3yemîn a Wezîrên Karên Derva yên Cîran da hatin bal hev.
Hat bibîrxistin ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di meha rêbendanê da li Moskovayê hatin bal hev û di vê hevdîtinê da jî ji bo bicîanîna telîmatên wan biryar hat dayîn û daxuyanî wiha dewam kir: "Digel tevdîrên tehdîdkar ên dereqanûnî ku bi destê hinek welatên dost nînin li hemberî Rûsya û Îranê tê sepandin, wê di navbera herdu welêtan da ji bo di hemû qadan da hevkarî bêxurtkirin yekdengî çêbû û hat pesendkirin."