Ömer Koparan,Ecem Şahinli Ögüç
29 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2024
Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) daxuyand, li dora herêma Holayê ya li bajarê Humsê goreke komî hat dîtin. Li gor nirxandinê sivîlên ku bi destê rejima Beşşar Esedê pêşengê têkçûyî hatine kuştin, di vê gora komî da hatine çalkirin.
Li gor nûçeya SANAyê, li derdora herêma Holayê gora komî hat tesbîtkirin.
Ji bo ku goran derxin holê ekîbên pispor û wezîfedarên parastina sivîl sewqî herêmê kirin.
Rejima Esed di 25ê Gulana 2012an da bi destê Şebbîhayên alîgirê rejimê li Holayê 49 jê zarok, 34 jê jin 108 sivîl kuştibûn.
Li gor gotinan li Sûriyeyê gelek gorên komî hene ku hê derneketine holê.
Tê payîn ku cesed ji gorên komî werin derxistin, nasnameya wan bê tesbîtkirin û aqûbeta kesên winda bê zelalkirin.