Mustafa Deveci
28 Mijdar 2023•Rojanekirin: 29 Mijdar 2023
Sererkanê Îsraîlê Herzî Halewî peyama xwe ya ku artêşa Îsraîlê di 7ê cotmehê da bi ser neket, dubare kir.
Halewî di civîna çapemeniyê ya li bakurê Îsraîlê li dar xist da der barê rojevê da nirxandin kirin.
Halewî got ku artêşa Îsraîlê ji bo êrîşên dijî Xeta Xezeyê ya dorpêçkirî amade ye û behs kir ku "navbera mirovî" ya dan pevçûnan ji bo ku amadehiyên xwe ji ber çavan ra derbas bikin bi kar tînin.
Halewî da zanîn ku heta hemû êsîrên li Xeta Xezeyê neyên berdan dê artêşa Îsraîlê nesekine.
Halewî li ser pirsa hin nûçeyên dibêjin ku artêş der barê planên êrîşa Tûxayên Îzedîn el-Qesama şaxa eskerî ya Hemasê ya di 7ê cotmehê da xwedî agahiya îstixbarî bû lêbelê serbazên payebilind guh nedan binefserên xwe da got ku piştî êrîşên li ser Xezeyê dê her tişt bi berfirehî bê lêpirsînkirin.
Halewî peyama Midûriya Îstixbarata Eskerî jî di nav da artêşa Îsraîlê di 7ê cotmehê da bi ser neket dubare kir û parast ku dê derbarê van da lêpirsînên cidî çêbin lêbelê divê niha dêhna xwe bidin êrîşên dijî Xezeyê.