Haydar Şahin
08 Gulan 2019•Rojanekirin: 11 Gulan 2019
Meclisa Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê (HKI) bi piraniya rayan pêşnûmaya dibêje "seroktiya herêmî" ya ku par hatibû rakirin dîsa were çalakirin qebûl kir.
Li Meclisa HKIyê ji bo "Çalakirina Seroktiya Herêmî û tesbîtkirina awayê hilbijartina serok" rûniştin hat kirin Tevgera Newey Nwe ya li eniya mixalafetê boykot kir. Li Meclisa ji 111 kursiyan pêk tê pêşnûma ligel 12 rayên "na"yê bi 89 rayên "erê" va hat qebûlkirin.
Li gor pêşnûmaya ji Meclisê hat derbaskirin, serokê herêmê ew ê êdî bi raya gel va neyê hilbijartin bi destê Meclisê were hilbijartin.
Li gor vê pêşnûmayê kesên dixwazin bibin namzedê seroktiya ji sala 2017an vir da vala ye dikarin di nav 3 rojan da navê xwe bidin Meclisê.
Mesûd Barzaniyê Serokê Giştî yê PDKyê di mijdara 2017an da ji Seroktiya HKIyê îstifa kiribû, wezîfeyên seroktiyê ji wê rojê vir da dewrî serokwezîrî, meclis û komisyona edaletê kiribûn.
Meclisa HKIyê di tîrmeha 2018an da biryar dabû ku "seroktiya herêmî" were sekinandin.
Di îlona 2018an da PDKya li HKIyê di hilbijartinê da ketibû rêza ewil û diyar kiribû ku ew ê ji bo meqamê serokatiyê Nêçîrvan Barzaniyê Serokwezîr wekî namzed nîşan bidin.